Mijdar 23, 2021 17:20 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: Amerîka lawaz bûye

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Hêza Amerîkayê lawaz bûye.

Li gorî rapora IRAN Pressê, serdarê serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja sêşemiyê di merasima salvegera damezirandina Besîca Xwendekaran bi gotina vêya ku amerîkî di qonaxên destpêkê yên jiyana înqilabê da hatin da ku wê hilweşînin, got: Amerîkiyan dizanî ku Îranê dilê dilê erdî ye.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Amerîkiyan dizannî ku eger matora hêzê li vir vêkeve, hêza Amerîkayê dê lawaz bibe û bêyî hebûna enêrjî, mewqî, jeopolîtîk û çanda li hemû li vir in, nikarin bihêz bin.

Serdar Selamî her wiha got: Ev Îran e ku Amerîkayê bi rê ve dibe.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Amerîkiyan bi xwe peyvên damayîna mezin û riziyana mezin çêkirin; Hûn binêrin roja îro tiştek ku tê serê xortan li Amerîkayê ku her sal 40 hezar xort li wî welatî xwe dikujin.

Serdar Selamî got: Tiştê ku me di atmosfera boykotê da çêkir, me tu wextî beriya wê çênekiribû.

 

Li gorî gotina Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, roja îro 40 miliyon bêmal li Amerîkayê li nav kolanan dijîn û bi 700 miliyar dolar mesrefa leşkerî ya sallaane û bi zêde ji 14 trîliyon dolar berhemanîna ne-xalis a hundirîn, 50 miliyon birçiyên vî welatî hene.

 

 

Serepeyv