Lêkolîna hevpar a Îran û Fransayê li parêzgeha Xorasana Bakur
Mijdar 22, 2021 19:22 Asia/Tehran
Sêyemîn qonaxa lêkolînên kevnarenasiyê yên qada Wêranşarê ya Parêzgeha Xorasana Bakur, di nçarçona têgihîştinnameya hevkariya Lêkolîngeha Mîrata çandî û Geştyariyê ya Îranê û Mûzexaneya Louvre'ê ya Parîsê pêk hat.
Li gorî rapora Lêkolîngeha Mîrata çandî û Geştyariyê ya Îranê, Mêysem Lebaf Xanîkî, sergêrê îranî yê taxima kevnarenasiyê, got: Sêyemîn qonaxa lêkolînên kevnarenasiyê yên hevpar di gel Mûzexaneya Louvre'ê li qada Wêranşarê ya Xorasana Bakur a Îranê bû sebeb ku encamên girîng derbarê mîmariya serdema Eşkanî ûSasaniyan li navçeya Xorasana Bakur bên bidestxistin.