Kanala Sehera Efxanistanê hat damezirandin
Mijdar 22, 2021 19:01 Asia/Tehran
Weşana ceribandinî ya Kanala Sehera Efxanistanê dest pê kir.
Weşana ceribandinî Kanala Sehera Efxanistanê ji roja duşemiyê saet 12:00 (li gorî dema Têhranê) dest pê bû.
Ev kanal ku bernameyên cihêreng ên siyasî, civakî, hunerî û nûçeyên guncan li gorî hewcetiya gelê Efxanistanê berhem tîne û belav dike, li ser ssetlaytên Bedr û Turkmensat'ê dikare were wergirtin.
Hevdem di gel rûdanên vê dawiyê di qada siyasî û civakî ya welatê Efxanistanê, pêwîstiya damezirandina kanaleke televîziyonî ku bikare dengê gelê Efxanistanê û xwestekên wan be, li Nûnertiya Dervesînorî ya Radyo û Televîziyona Îranê hat hestkirin.