Mijdar 22, 2021 13:06 Asia/Tehran
  • Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Besîc baskeke xurt ji bo berevaniya ji nirxên îslamê ye

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Besîc baskeke xurt ji bo welayeta feqîh û pergala pîroz ji bo berevaniya ji nirxên îslamê ye.

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê bi boneya hatina Hefteya Besîcê bi daxuyaniyekê ragihand: Roja Besîcê, serçaviya pêkhatin, belavbûn û xurtbûna çanda besîcî û bîranîna têkoşîn û fedakariya hin jin û mêran e ku ji bo parastina nirxên îslamê û berevaniya ji Îrana Îslamî di warên cûr bi cûr ên berevanî, çandî, avakirin û warên din bi hemî hebûna xwe derbasî qada têkoşîn û cîhadê bûn û çandeke resen û mayînde ya niyetpakî û fedakariyê nîşan da.

Didaxuyaniya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da hatiye: Roja Besîvcê sembola pêkhatina Şecereyeke Teyîbe ye ku li ser bingeha besîreta înqilabî, niyetpakî û fedakariyê hatiye darêştin.

Hezretê îmam Xumeynî (Re) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê roja 26ê mijdara 1979an fermana damezirandina Rêxistina Besîca Mistezefan da.

 

Serepeyv