Mijdar 22, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Serdar Tengsîrî: Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îzna destdirêjiya ser avêîn welêt nade dijminan

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî êvara yekşemiyê got: Pasdarên Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî soz dane xwe ku tu wextî destûra destdirêjiya sser avên welêt nedin dijminan.

Li gorî rapora IRNAyê, serdarê pasdarê Elîreza Tengsîrî, fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di hevdîtina tev serokên eşîrên bajarên Ervendkinar û Abadanê li parêzgeha Xûzistanê ya başûrê rojavayê Îranê da, bal kişande ser operasiyona rûbirûbûna vê dawiyê ya Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di gel keştiyên şêrr ên amerîkî û têkbirina plana diziya deryayî ya petrola Îranê li Deryaya Omanê û got: Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di operasiyona Rebî'ê da bi sê qayîqan êi hemberî 2 keştiyên şêrr ên amerîkî rawestiya û rê neda ku petrola Îranê were talankirin.

 

 

Serepeyv