Mijdar 21, 2021 22:01 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser pêwîstiya şerê li dijî terorê li Sûriyê kir

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser pêwîstiya sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya hevkariyên hevpar ên Îran û Rûsiyê li şerê dijî têrorîsmê li Sûriyê pêgirî kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro yekşemê li Têhranê bi Nûnerê Taybet ê serokomarê Rûsyayê li Sûriyê, Lavrentyêv û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Varşînîn re hevdîtin pêk anî û di hevpeyvîna bi wan re bal kişand ser hevkariyên navbera Îran û Rûsyayê li herêmê û li Sûriyê û ev hevkarî wek azmûn û deskevtên girîng û bi nirx dan zanîn ku di çarçêva xwest û viyana hikûmet û dewleta Sûriyê pêk hatine.

Emîr-Ebdullahiyan Li ser pêwîstiya bi karanîna ezmûna serkeftî ya hevkariyên hevbeş di navbera her du welatan de li şerê dijî têrorîsmê li Sûriyê û bikaranîna vê modelê ji bo hevkariyên nêzîk di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê bi armanca lîstina rola kêrhatî di warê aborî de ji bo ji nû ve avakirina Sûriye û damezrandina ewlehî û aramiyê li welat sekinî.

Tekezkirina li ser hevkariyên Îran û Rûsiyê li çarçova formata Astanayê û gotûbêjên sûrî û sûrî wekî tekane çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê ji mijarên din bûn ku wezîrê karên derve yê Îranê li vê hevdîtinê xiste rojevê.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Lavrentyêv û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê vî welatî jî silav da Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Varşînîn jî gotûbêjê û danûstandinên navbera rayedar û şandeyên du welatan di warên curbicur ên du alî û çend alî ji wan di warê Sûriyê, girîng nirxand. 

Serepeyv