Berteka Xetîbzade li hemberî boykotên nû yên Amerîkayê dijî Îranê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li hemberî boykotkirina 6 kes û saziyeke îranî ji aliyê Amerîkayê û gotinên hevpîşeyê xwe yê fransî derbarê bernameya navokî ya Îranê bertek nîşan da.
Li gorî rapora roja înê ya IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê boykotên nû yên Amerîkayê li dijî 6 kes û saziyên îranî bi behaneya pûç a desterdana li hilbijartina Amerîkayê, got: Komara Îslamî ya Îranê hewildanên nû yên boykotkirinê yên Amerîkayê di dewama siyaseta têkçûyî ya zexta herî pirr a Trump û kiryarek ji ber bêşiyaniyê û nerewa dizane û şermezar dike.
Xetîbzade destnîşan kir: Ev cûre helahela ji aliyê dewleta Amrîkayê ku bi xwe raboriyeke dirêj a destwerdana li welatên cûr bi cûr bi awayên cûr bi cûr heye, bêbingeh û ji bo xalifandina raya giştî ya vî welatî pêk tê.