Mijdar 18, 2021 22:41 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Polonyayê

Wezîrên karên derve yên Îran û Polonyayê li ser peywendiyên dualî, pêşhatên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Wezareta karên derve ya Îranê, Husên Emîr-Abdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja pêncşemiyê li gotûbêja telefonî digel Zbigniew Rao wezîrê karên derve yê Polonya, hin warên hevkariyê bi taybet hevkariyên çandî û zanistî û dîplomasiya parlemanî nirxandin û bal kişand ser asta kêm a vê hevkariyê ku peywendiyên bazirganî û aborî yên du welatan e û tekezî li ser pêwîstiya zêdetir hevkariya di navbera sektorên taybet û xusûsî yên her du welatan de kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê hebûna komek helwêstên erênî di navbera gelên Îran û Polonyayê de li peywendiyên dom û dirêj ên her du hikûmetên girîng da zanîn û amadebûna Têhranê ji bo lidarxistina merasimeke hevpar bi helkefta heştîyemîn salvegera mazûvaniya îraniyan ji welatiyên Polonî ragihand. 

Emîr-Abdullahiyan her wiha got: Armanca Îranê ji beşdariya çalak a gotûbêjên navokî rakirina dorpêçên neyasayî yên Amerîkayê li ser Îranê ye û hemû alî li ser vê yekê gihîştine vê bawerê ku Amerîka tawanbarê sereke û berpirsê rewşa niha ye. 

Zbigniew Rao jî amaje bi paşxaneya dîrokî ya peywendiyên her du welatan û bi taybet mêvandariya mirovdostane ya gelê Îranê ji koçberên Polonî di dema şerê cîhanî yê duyem de kir û ev peywendiyên hanê ji bo her du aliyan bi rûmet wesif kir.

Wezîrê Derve yê Polonyayê her wiha kiryarên mirovdostane yên Îranê li hember penaberên Efxanistanê bi nirx û hêja hesibandin.

Serepeyv