Mijdar 18, 2021 22:18 Asia/Tehran
  • Ji ber vîrusa Koronayê li Îran 103 kesên din can dan

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 103 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 128 hezar û 634 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pênşemê 18ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 5 hezar û 882 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan 862 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 272 hezar û 69 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 6 milyon û 637 hezar û 75 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 56 milyon û 282 hezar û 22 kesan doza yekem, 43 milyon û 783 hezar û 20 kesan doza duyem û 683 hezar û 188 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên hatine lêdan giheştiye 100 milyon û 748 hezar û 230 dozî.

Li gorî amarên fermî  yên welatan, heta niha zêdetirî 255 milyon kes li seranserê cîhanê tûşî vîrusa koronayê bûne û zêdetirî 5 milyon û 100 hezar kes jî bi nexweşiya Covid-19ê mirine.

Serepeyv