Mijdar 16, 2021 15:57 Asia/Tehran
  • Reyîsî di gotûbêja telefonî tev Pûtîn ra: Em di gotûbêjên navokî ji bo rakirina boykotên dijî gelê Îranê tam cidî ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî tev Pûtîn da, destnîşan kir: Em di gotûbêjên navokî ji bo rakirina boykotên dijî gelê Îranê tam cidî ne.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê tevî sipasiya ji peywendiya telefonî ya VladîmîrPûtîn serokomarê Rûsiyê, vîna Komara Îslamî ya Îranê, berfirehkirina pêwendiyên ticarî û aborî tev Rûsiyê da zanîn.

 

Reyîsî got: Em amade ne ku belgenameya giştalî ya hevkariyên demdirêj bigihînin qonaxa dawiyê da ku pêvajoya xurtkirina herî pirtir a hevkariyên du welatan bilez cih were.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Têhran û Mosko di gelek mijarên navneteweyî da hevgirtî ne, got: Sekinîna dijî yekalîtîşopiyê û xurtkirina çendalîtîşopiyê ji babetên hevpar ên du welatan e.

Reyîsî li ser pêwîstiya hevkariya du welatan di mijarên navçeyî da tekez kir û got: Dewama hebûna biyaniyan li Sûriyê vberovajiya xwesteka gel û dewleta Sûriyê û neqanûnî ye, ji ber ku gefê li aramî û ewlehiya vî welatî dixwe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi alûgorên Efxanistanê, got: Hebûna DAIŞê li Efxanistanê ji bo navçeyê û vî welatî xeternak e û divê em li hemberî xeterên vê komployê hişyar bin.

Reyîsî got: Komara Îslamî ya Îranê daxwaza bicihbûna dewleteke giştalî bi hebûna hemî qewm û komên siyasî li Efxanistanê dike û damezirandina dewleteke wiha dikare ewlehiya vî welatî misoger bike.

Pûtîn jî got: Mosko ji pêşniyarên Têhranê ji bo amadekirina belgenameya nû ya hevkariya demdirêj a du welatan piştgiriyê dike û em bibiryar in ku herî zûtir bigihêje qonaxa dawiyê û cih were.

 

 

Serepeyv