Mijdar 14, 2021 17:49 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilabê endamên nû yên Konseya Bilind a Inqilaba Çandî destnîşan kirin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî endamên Konseya Bilind a Înqilaba Çandî ji bo dewreke nû destnîşan kirin.

Li gorî navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hz. ayetullah Xamineyî di biryarnama tayînkirina endamên Konseya Bilind a Inqilaba Çandî de ji bo heyama nû ya 4 salan, sipasiya zehmetî û xebatên endamên berê yên vê konseyê bi taybet sipasiya zanyar û mamostayên ku vê dewrê di Konseya Bilind a Inqilaba Çandî de endam nînin kir û statû û pêkhateya giştî ya çandê ya li ser bingeha dîsîplîn û naveroka şoreşgerî wek yekane amûra parastinê li hember êrişên çandî û medyayî ya biyaniyan hesiband.

Li hikmê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hatiye: Ketina nava deheka çil-saliya duyemîn a Inqilaba Îslamî ku hevdem e bi destpêka sedsala nû ya hicrî, pêwîstî bi nêrîneke nû, dîtina riyên ziyanê û girtina pêşiya wan û bi rojbûnb û nûjenbûnê heye daku binesaziyên şaristaniyetê werin amadekirin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku di serê vê berhevokê de beşa çandê heye, got: Çand rê dide ber hemû pêngavên bingehîn û binesaziya civakên mirovan û lezgîniyê dide wan an jî wan ji lezgîniyê têxe û hêdî dike; ev  dîtin û helwêst di vê serdemê de bi piranî,  fîkr û dîtina berpirsên kulturî û bijare û çalakvanên warên curbicur ên welat derbarê kategoriya çandê kûr û berfire dike û ew bi wezîfenasiyeke kûr berê xwe didin van mijaran û wan digihînin vê bawerê ku çandsazî di her yek ji pêkhateyên şaristaniyeta civakê de, amûra herî baş e ji bo pêşketin û serkeftina wê û pêwîstiya bi amûrên din ji holê radike.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha got: Erka Konseya Bilind a Şoreşa Çandî ji destpêkê ve ew e ku rewşa çand û zanînê ya li welêt birêxistin bike û di van her du beşan de siyasetên ku pêdiviye werin bikaranîn desnîşan bike û birêvebirina dezgehên girêdayî van kategoriyan ber bi nirx û armancên Inqilabê bigire destê xwe û pêwîstiyên fikrî û rewşenbîrî yên van dezgehan dabîn bike û di rola biryageha çandî ya welêt  de xwe bêxe ber çavan.

Serepeyv