Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirina baş hewcedara betalkirina bibandor a boykotan e
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Lihevkirina baş hewcetî bi rakirina bibandor û bi qabiliyeta ceribandina rastiyê ya boykotan û vegeriyana tam a aliyên din bo sozên xwe ye.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja înê li Înstagramê nivîsî: Komara Îslamî ya Îranê dil tuneye ku di asêgehên mayî ji gotûbêjên berê bimîne û eger aliyên din bi nêrîneke cidî û erênî derbasî Viyenê bibin, bidestxistina lihevkirineke baş di demeke kurt da pêkan e.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi gotûbêjên telefonî yên cuda tev wezîrê derve yên 5 welatên endamê Lihevkirina Navokî (Çîn, Rûsiye, Inglîz, Almanya û Fransayê), destnîşan kir: Dewleta Komara Îslamî ya Îranê bi rêbazeke pratîkî û encam-mihwer derbasî gotûbêjan dibe û bibiryar e ku Lihevkirineke Baş were bidestxistin.
Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Kiryar û qanûnşikêniyên Amerîkayê ji wan boykotên nû yên vî welatî dijî Îranê, raberkirina garantiyên aşkira ji aliyê Amerîkayê kiriye pêwîstiyek ku nikare neyê berçavgirtin.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Dewleta Komara Îslamî ya Îranê siyaseta berfirehkirina peywendiyên hevseng tev welatan li gorî rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar bi awayekî cidî didomîne.