Mijdar 10, 2021 22:13 Asia/Tehran
  • Şemxanî bi Serokwezîrê Hindistanê re hevdîtin kir

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi Serokwezîrê Hindistanê re hevdîtin kir û li ser mijarên ku dualiyan elaqedar dike gotûbêj kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îran Pressê; Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî ku ji bo beşdariya li sêyemîn civîna Diyaloga Ewlehiya Herêmê çûbû Dêlhiya Nû, Îro çarşemê beriya nîvro bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî re hevdîtin pêk anî.

Li vê hevdîtinê de ku bi amadebûna serokên şandeyên beşdar di lûtkeya Dêlhiya Nû de pêk hat, Şemxanî bal kişand ser girîngiya bendera Çabeharê di warê peywendiyên navçeyî û rêya derbasbûnê ya bakur-başûr de û pêdagirî li ser pêwîstiya bidestveanîna armancên rêberên her du welatên Îranê û Hindustanê kir.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, diyar kir ku rastiya li Efxanistanê piştî 20 salan derbasbûna ser dagirkirina wê ji aliyê Amerîkayê ve, dîmeneke tam tal û tarî ye û derd û belayên gelê Efxanistanê rewşa herêmê aloztir kiriye, vêca xwest ku bila pirsgirêka vî welatî di çarçêva rûniştinên ewlekariyê yên navçê were çareser kirin.

Di vê hevdîtinê de Serokwezîrê Hindistanê Modî jî spasiya heyetan kir ji ber hebûna wan di rewşa koronayê de û dilgiraniya xwe li hember rewşa Efxanistanê nîşan da û tekez li ser pêwîstiya karekî komî û hevfikriyê di vê derbarê de kir.

Sêyemîn rûniştina gotûbêjên ewlehiyê yên navçê bi amadebûna sekreter û şêwirmendên ewlehiya neteweyî yên welatên Îran, Rûsiya, Hindistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Qezaqistan, Qirqîzistan û Turkmenistanê îro çarşemiyê li bajarê Delhiya Nû dest pê kir.

Serepeyv