Mijdar 09, 2021 12:19 Asia/Tehran
  • Dawiya tetbîqata hevpar a Zulfeqar 1400 a artêşa Komara Îslamî ya Îranê

Meşq û tetbîqata Zulfeqar 1400 a Hevbeş a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi rêwresmeke bidûhevçûna papor û gemiyên serderyayî û binderyayî di nav de keştiya Dena ya çêkiryê Îranê bi dawî hat.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, li meşq û şerazmûna Zulfeqar 1400 ya hevpar a artêşa Komara Îslamî ya Îranê, hemî cûreyên yekîneyên keştî û paporên seravkî û binavkî binderyayî yên artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji wan paporşikêna Dena ku bitûm li Îranê hatiye çêkirin, mûşekavêj, paporên mirovber û lojestîk, binderyayiyên Tariq û Qedîr, birêzve ji ber paporşikêna serfermandariyê ya Sehend derbas bûn.

Di vê meşê de balafirên şer ên F-4, balafirên keşfê yên Mirage û P3F yên Hêza Hewayî ya Artêşê û helîkopterên cûrbecûr ên Yekîneyên seravkî û binavkî yên hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di vê birêzve meşyana de beşda bûn.

Di vê derbarê de berdevkê tetbîqata Zulfeqar 1400 admîral Emîr Seyd Mehmûd Mûsewî got: Ev şerazmûn bi cihanîn û pêkanîna rêze-azmûnên leşkerî û senaryoyên curbicur ên leşkerî li herêma operasyonê bi rûbera zêdetirî milyonek metrên çargoşe hate lidarxistin."

Admîral Mûsewî bal kişand ser armancên tetbîqata hevpar a 1400î ya Zulfeqarê û wiha got: Ev tetbîqat bi armanca bilindkirina şiyanên şerkerî û berevanîkirina ji serxwebûn, yekparçetiya axa welêt û sîstema Komara Îslamî ya Îranê, berdewamî û bihêzkirina hebûna bibandor li avên dûr ên navneteweyî, bilindkirina amadetiya artêşê ji bo rawestana li ber zêdexwazî û êrişên dijminan û çêkirina qadeke meşq û şerazmûnê wekî qada rastîn a şer û cengê hat lidarxistin.

Serepeyv