Mijdar 04, 2021 16:53 Asia/Tehran
  • Serdar Fedewî: Amerîkî di meydana şerê di gel Komara Îslamî ya Îranê da têk çûne

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Amerîkî bi caran li xwe mukur hatine ku di meydana şerê dijî Komara Îslamî ya Îranê da têk çûne.

Serdar sertîpê pasdar Elî Fedewî, Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja pêncşemiyê di kombûna rêzgirtina 13ê Abanê, Roja neteweyî ya têkoşîna dijî Zordariyê, li goristana şehîdan a Kirmanê li başûrê Îranê, got: Ev zêde ji 42 salan e ku Înqilaba Îslamî dijî zordarî û istikbarê têdikoşe.

 

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha tevî amajeya bi têkçûna vê dawiyê ya Amerîkayê ji bo dizîna niftkêşa îranî, got: Derketina vê mijarê li medyayê di bereberê 13ê Abanê da têkoşîan dijî istikbarê zêdetir nîşan da.

mêrxasên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi kiryara bihêz û bilez li nav avên Deryaya Oamnê, operasiyona keştiyên şêrr ên amerîkî ji bo dizîna petrola Îranê ji keştiyeke niftkêş bê-encam hiştin.

 

Serepeyv