Mijdar 04, 2021 14:02 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Diziya deryayî ya Amerîkayê karekî qirêj bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Diziya deryayî ya Amerîkayê karekî qirêj bû.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di kombûna 13ê Abanê li Simnanê, tevî sipasiya ji kiryara Sipaha Pasdarên înqilaba Îslamî ya rêgirtina li operasiyona keştiya şêrr a amerîkî ji bo dizîna petrola Îranê ji ketştiyeke petrolê, got: Kiryara qirêj a amerîkiyan a diziya deryayî ji aliyê raya giştî va hat şermezarkirin û tûşî berteka bilez û bihêz a Sipahê hat.

Reyîsî bi gotina vêya ku raboriya dijminatiya Amerîkayê tev gelê Îranê 40 al nîne, belkî zêdetir ji 70 salî ye, got: Ciyawazî ev e ku di sî salên destpêkê, Amerîkayê bi darbe û piştgiriya ji desthilatdarên kirêgirtî dikarî heyîtiyên gelê Îranê talan bike, lê di 43 salên dawiyê da û piştî Înqilaba Îslamî, serketiyê vê meydanê li hemberî dijminatiyên bêdawî yên Amerîkayê, gelê Îranê bûye.

 

Îro (Pêncşemî), sêzdehê abanê (4ê Mijdara 2021ê) Roja neteweyî ya Têkoşînan dijî Zordariya cîhanî li Komara Îslamî ya Îranê ye.

 

Serepeyv