Mijdar 04, 2021 13:52 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Amerîkayê zêdetir ji 40 cengî li seranserî cîhanê bi rê xistine

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Zêde ji 40 ceng li 40 deverên cîhanê, encama siyaseta Amerîkayê li cîhanê ye.

Serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di merasima 13ê Abanê, Roja neteweyî ya Têkoşîna dijî Zordariyê li Têhranê tevî amajyea bi şerxwaziya Amerîkayê li cîhanê, got:Ev welata li Ewropa, Afrîqa, Amerîkaya Başûr, Rojhilata Dûr, Rojhilata Navîn û Rûsiyê cengiye û zêde ji 8 miliyon kes kuştî, encama cengên rasterast ên Amerîkayê ye.

Serdar Selamî got: Zêde ji 200 destwerdan li karên navxweyî yên welatan di asta darbe, boykota aborî, şerê leşkerî û komployên hundirîn encama siyaseta hêzxurtekê ye ku di heyama dîroka xwe ya siyasî da xwestiye ku bi berfirehkirina hêza leşkerî, armancên xwe yên leşkerî bidomîne.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Amerîkayê bi pêkanîna 750 baregehên leşkerî li cîhanê hewil daye ku serdestiya xwe ya siyasî ya giştalî li cîhanê pêk bîne.

Serdar Selamî bi bîrxistina roja 13ê Abana 1358an got: Wê emê ku Amerîka di asta herî jorîn a hêza siyasî û leşkerî û aboriya xwe da bû û hîn gelê Îranê di destpêka înqilabeke mezin da, bingehên xurt lên hêza xwe ya îroyî ava nekiribûn, înqilabeke mezin çêbû.

 

Îro (Pêncşemî), sêzdehê abanê (4ê Mijdara 2021ê) Roja neteweyî ya Têkoşînan dijî Zordariya cîhanî li Komara Îslamî ya Îranê ye.

 

Serepeyv