Biryarnameya dawiyê ya merasima 13ê Abanê
Biryarnameya kombûna gelanî ya Yewmullaha sêzdehê Abanê, Roja Neteweyî ya Têkoşîna dijî Zorbêjiya Cîhanî hat derxistin.
Li gorî rapora ISNAyê, Biryarnameya dawiyê ya kombûna gelanî ya Yewmullaha Sêzdeehê Abanê, Roja Neteweyî ya Têkoşîna dijî Zorbêjiya Cîhanî îro Pêncşemî hat dayîn.
Di nivîsa vê biryarnameyê da hatiye:
Roja Neteweyî ya Têkoşîna dijî Zorbêjiya Cîhanî bi lawazbûna Amerîkayê, şikesta stratejî û siyasetên navçeyî yên Koşka Sipî û derketina leşkerên terorîst ên vî welatî ji Efxanistanê li rojavayê Asyayê û hilweşiyana hêdî hêdî ya lîberal demokrasiya rojavayî xuya bûye.
Di vê daxuyaniyê da her wiha hatiye: Şikesta stratejî û siyasetên Amerîkayê encama hêza berxwedana gelên navçeyê di bin helwêsta Berxwedan, yekîtî û têkoşîna dijî istikbarê ya gelê Îranê da bûye.
Ev daxuyanî her wiha radigihîne: Em piştevaniya xwe ya giştalî ji ramana Qudsê û berxwedana îslamî ya Filistînê û mêrxasiyên Hizbullaha Libnanê, Ensarullaha Yemenê, têkoşerên Behreynê û besîca gelanî ya Iraq û Sûriyê wek Artêşa bihêz a Umeta Îslamî li hemberî Pergala serdestîxwaz û siyonîsma cîhanî û Paşverûtiya navçeyî radigihînin.
Beşdarên di vê biryarnameyê da destnîşan kir: Em tevî şermezerkirina kiryara xiyanetbar a hin dewletên navçeyê ya asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma sexte ya siyonîst û rewatîdana bi wê û duberetîçêkirina navbera welatên îslamî, hişyariyê didin rayedarên van dewletan ku guh bidin xwestek û vîna miletên xwe ya piştevaniya ji Filistîna bindest û têkoşîna dijî rejîma xasib a siyonîst, vê kiryara bi serşûrî bidin ber venihêrînê û dewama têkiliya tev dagirkerên Qudsê rawestînin.