Merasima 13ê Abanê, roja Têkoşîna gelê Îranê dijî serdestîxwaziya cîhana zorbêj
Mijdar 04, 2021 10:45 Asia/Tehran
Çîn û qatên cûr bi cûr ên gelê Têhranê, îro, 13ê Abanê di salvegera neteweyî ya têkoşîna dijî serdestîxwaziya cîhana istikbarî li ber Hêlîna Sîxoriyê (Balyozxaneya berê) ya Amerîkayê kombûneke nerazîtiyê li dar xist.
Li gorî rapora IRNAyê, Hevdem di gel destdanîna ser Hêlîna Sîxoriyê (Balyozxaneya berê) ya Amerîkayê û roja neteweyî ya têkoşîna dijî istikbara cîhanî, gelê Têhranê hevgavê umeta îslamî li seranserî welêt beşdarî kombûnên dije-istikbarî yên roja sêzdehê Abanê bû da ku nerazîtiya xwe li hemberî zilma dijminên zorbêj ragihîne berxwedana xwe li hemberî zorbêjan nîşan bide.