Mijdar 03, 2021 20:16 Asia/Tehran
  • Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê: Aşkirabûna nîşaneyên daketina hêza pûşekî ya Amerîkayê

Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Gel û hikûmeta qahêm a Komara Îslamî ya Îranê di rûbirûbûna di gel nexşeyên qirêj ên dijminan da, nîşaneyên daketina hêza pûşekî û şeytanî ya Amerîkayê di asta cîhanê da nîşan da ne.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Navenda Têkilî û teblîxata berevaniyê, Di daxuyaniya Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bo boneya Yewmullaha 13ê Abadê da hatiye: Mayîndebûna Yewmullaha 13ê Abanê di dîroka Înqilaba Îslamî da nîşana hişmendî û besîreta hertimî ya gelê Îranê li hemberî siyasetên koledarî û zorbêjane yên empiryalîsma Amerîkayê û siyonîsma navneteweyî ye.

Vê erkantiyê di daxiyaniya xwe da bi bîr xist: Kiryarên salên dawiyê yên pergala serdestîxwaz bi rêberiya Amerîkaya terorîstperwer weke sepandina boykotên zalimane li dijî Îranê, astengîderxistin li ser riya pêşketina navokî ya Îranê, terorkirina zanyarên navokî, şehîdkirina serdar şehîd hac Qasim Sulêymanî û plandarêştina komployên cûr bi cûr weke ajawegêrî û bêewlehiyê li welêt bi şêwazên cûr bi cûr ji wan êrîşa sayberî li ser pergala belavkirina benzînê li welêt ku tûşî besîreta xurt a gelê Îranê bû, hin mînak ji dijminatiya wan a hertimî ne.

Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha ragihand: Lê gel û hikûmeta qahêm a Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna pirsgirêkên navbirî bi îlhamwergirtin ji ramanên hezretê Îmam Xumeynî (Re) û rênîşandanên binirx ên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di heyama bi salan berxwedan û serketina di warê rûbirûbûna di gel nexşeyên qirêj ên dijminan da, nîşaneyên daketina hêza pûşekî û şeytanî ya Amerîkayê di asta cîhanê aşkira kirine.

 

Serepeyv