Mijdar 03, 2021 12:30 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Serokomarê bêdesthilat ê Amerîkayê naxwaze garantî bide

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê serokomarê Amerîkayê bêdesthilat da zanîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê îro (çarşemî) di rêzetwîtekê da wek berteka li dijî gotinên van rojan ên rayedarên amerîkî, nivîsî: Vexwendina bo gotûbêjê di dema şêrr û aniha da xwedan wehkeviyên ibretdar e.

Şemxanî her wiha got: Êrîşên Sedam didomiyan, boykot didome, beşeke Îranê di bin dagirkeriya dijmin da bû, aboriya gelê Îranê hatiye dîlgirtin, têkoşeran di bereyan da berevanî dikir, zanyar çalakiya qanûnî ya navokî didomînin; Tu nîşaneyek ji agahbûna destdirêjker nebû.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di twîteke din da bi gotina vêya ku serokomarê bêdesthilat ê Amerîkayê, naxwaze garantî bide, nivîsî: Eger rewşa niha neyê guhertin, encama gotûbêjê ji pêş va diyarkirî ye.

Şemxanî nivîsî: Ciyawaziya îro di gel rojên cengê, bi bereketa înqilabê, hêz û şiyana berxwedana giştalî ya Îranê, xwecihî, berdewam û li gorî derfetên navxweyî ye.

 

Serepeyv