Mijdar 03, 2021 00:24 Asia/Tehran
  • Îran êrîşa terorîstî ya li Kabulê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê êrîşa li ser nexweşxana 400 nivînî ya Kabulê şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Wezareta Derve ya Îranê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade li hember êrîşa terorîstî ya li ser nexweşxana 400 nivînî ya Kabulê bertek nîşan da û her êrîşeke terorîstî ku xelkê sivîl û asayî bike armanc, şermezar kir.

Li paytexta Efganîstan Kabulê roja Sêşemê li taxa dîplomatîk a Wezîr Ekber Xan li nêzî Nexweşxana Serdar Muhemed Davûd Xan a Leşkerî çend teqîn pêk hatin ku di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv