Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329788-amara_herî_dawiyê_ya_koronayê_li_Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 160 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 126 hezar û 616 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2021 19:15 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 160 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 126 hezar û 616 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Sêşemê 2ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 10 hezar û 104 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 344 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 944 hezar û 599 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 534  hezar û 667 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 53 mîlyon û 102 hezar û 837 kesan yekem doza vaksîna koronayê û 36 mîlyon û 54 hezar û 893 kesan jî doza duyemîn a vê vaksînê û 97 hezar û 481 kesan jî doza sêyemîn wergirtine. Jimara giştî ya vaksînên hatine lêdan li welêt gihîştiye 89 mîlyon 255 hezar û 211 dozê.