Mijdar 01, 2021 16:42 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Dezgeha rêveberiya îro ya Efxanistanê berpirsê cîbicîkirina rêkeftina Hêlmendê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser cîbicîkirina Rêkeftina Avê ya Hêlmand-Îran-Efxanistanê û got: Dezgeha desthilatdar a roja îro li Efxanistanê berpirsê pabendbûna li vê rêketinê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê  Seîd Xetîbzade Di kongreyeke rojnamevanî de îro Duşemê di bersiva pirseke nûçegihanê Iran Pressê de derbarê cîbicîkirina girêbesta Hêlmendê(Hîrmend) de, got: Ev lihevkirin vedigere sala 1972’an û weke hemû peymanên navnetewî, ev rêkeftin jî bi guhertin û tevgera hikûmetan naguhere.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Ev çendîn sal in aliyên Efxanistanê bi erkên xwe yên li gorî vê rêketinê bi taybetî xala 3`an cih nagirin û roja îro jî desteya desthilatdar a niha li Efganistanê berpirsê cîbicîkirina vê peymanê ye.

Çemê Hêlmendê ku ji Efganîstanê derdikeve, av Deşta Sîstanê ya li rojhilatê Îranê û her wiha ava gola Hamûnê li Zabolê dabîn dike.

Mijara bikaranîna ava vî çemî eva çend sal in yek ji mijarên girîng ên lihevkirin û danûstandinên Îran û Efxanistanê bûye.

Serepeyv