Mijdar 01, 2021 15:52 Asia/Tehran
  • Di navbera Îran û Amerîkayê de ti têkilî tune

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her cure pêwendiyek di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de red kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Duşemê di civîneke rojnamevaniyê de li ser pirseke derbarê îdiayên hin dezgehên ragihandinê yên rojavayî derbarê pêşniyara Amerîkayê ji bo Îranê ji bo hevdîtinên dualî li Bexdayê wiha got: Demek dirêj e di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de tu diyalogek çênebûye.

Xetîbzade eşkere kir: Helwesta me li ser vê yekê bi tam eşkere ye; Amerîka biryarnama 2231ê binpê kir û ew aliyek e ku bi awayekî neyasayî ji Rêkeftina Navokî vekişiya û bi hemû hêza xwe ve bo têkbirina vê rêkeftinê xebitî û cezayên neqanûnî û zalimane li dijî gelê Îranê sepand û heta ku ev rastî û rewş neguhere, bi tu awayî têkilî di navbera Îran û Amerîkayê de çênabe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir: Divê Yekîtiya Ewropa ji bêçalaktiyê derkeve û bibe aktorek çalak.

Xetîbzade di berdewamiya axaftinên xwe de li ser daxuyaniya vê dawiyê ya Trûikaya Ewrûpayê jî got: Hikûmetên Brîtaniya, Almanya û Fransayê piştî derketina Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî ti erkeke xwe bi cih neanîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Îranê li ser esasê bîr û baweriyên resen ên îslamî û fetwaya Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, tu carî hewl nedaye ku çekên komkujî çêbike û mijara çêkirina van çekan ti carî di doktrîna berevaniya me de cih nagire.

Xetîbzade desnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê bawer e divê gişt welatên cîhanê werin ji çek kirin û çekên navokî di destê wan de nemîne û di dewamê de got: Amerîka yekane welatê cîhanê ye ku di bikaranîna çekên navokî de tawaneke wiha bêşerm kiriye û divê rojekê bêçekkirina navokî qebûl bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha bal kişande ser pêwîstiya vegerandina pereyên blokekirî yên Îranê ji aliyê dewleta Koreya Başûr ve û got: Divê pereyên me yên blokekirî li Koreya Başûr vegere, helbet di vî warî de hewl hatiye dayîn, lê têrê nake.

Serepeyv