Cotmeh 31, 2021 15:56 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Lihevkirinên seretayî di gotûbêjên Îran û Erebistanê da pêk hatiye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala lihevkirinên seretayî di gotûbêjên Îran û Erebistanê da kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Yekşemiyê di gotûbêja di gel Mehr Newsê da derbarê rewşa herî dawî ya gotûbêjên navbera Îran û Erebistana Siûdî, got: Çar dorên gotûbêjan pêk hatine û têkiliyên navbera du welatan didomin.

Xetîbzade derbarê dema vekirina balyozxaneyên Îran û Erebistanê jî got: Hîn em negihîştine qonaxa vekirina balyozxaneyan li Têhran û Riyazê.

Roja borî Feysel bin Ferhan wezîrê derve yê Erebistanê li Romaya paytexta Îtalyayê û di kêleka civîna G20'ê da got: Gotûbêja di gel Îranê dostane bûye, lê zêde pêş neketiye.

Erebistana Siûdî roja 3ê Çileya 2016an bi mehneya êrîşa hin kesan ser balyozxane ş konsûlxaneya vî welatî li Têhran û Meşhedê, peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê ra birrîn.

 

Serepeyv