Cotmeh 28, 2021 23:23 Asia/Tehran
  • Hilweşandina tîma terorîstî li sînorê bajarê Serdeştê

Navenda peywendiyên giştî ya biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (es) Hêza Bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ragihand: Tîma terorîstî li şaristana sînorî ya Serdeştê hat jihevbelakirin.

Li gorî rapora Navenda peywendiyên giştî ya biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (es) ya hêza bejayî ya Sipaha Pasdaran a ser bi parêzgeha Azerbaycana rojava ya Îranê, bi daxuyaniyekê ragihand: Piştî xebatên keşf û îstixbaratê, ekîba terorîst a çekdar a ku dixwest li herêma bakurê rojavayê welêt bikevin nava tevgerê û kiryarên sabotajê li dar bêxin, dema derbasî welêt bûn hatin nasîn û bêbandorkirin.

Di vê daxuyaniyê de her wiha hatiye diyarkirin: Operasyona jinavbirina vê tîma terorîstî piştî çavdêriya bi hûrgilî ya îstixbaratî hate encamdan û di pevçûnekê de ev tîma terorîst bi temamî hate jinavbirin û endamên wê hatin kuştin.

Di vê operasyonê de hin çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.

Li gor nûçeyeke din wezîrê Îtileatê (Ewlehî û Îstixbaratê) ya Komara Îslamî ya Îranê hucet-ul-îslam wel-muslimîn Seyd Îsmaîl Xetîb îro di hevpeyvîna xwe bi nûçegihanê IRIB Newsê re got: Hişmendî û sebira gelê Îranê di dehsalên piştî serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê de bû sedem ku dijmin di şer, boykot û komployên xwe li dijî nizama pîroz a Komara Îslamî ya Îranê bi ser nekeve, çawa ku em vê yekê li şerê tehmîlî û boykotên niha dibînin.

Serepeyv