Cotmeh 28, 2021 22:09 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 159 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 125 hezar û 875 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Pêncşemiyê 28ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 409 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 477 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di mala xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 899 hezar û 509 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 468 hezar û 620 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şev û roja borî milyonek û 78 hezar û 464 dozên vaksîna korona li wî welatî hatine lêdan.

Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 52 mîlyon û 59 hezar û 237 kes yekem doza vaksîna koronayê û 32 mîlyon û 468 hezar û 800 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê û 80 hezar û 343 kesan jî doza sêyemîn wergirtine. Jimara giştî ya vaksîna hatî lêdan li welêt gihîştiye 84 mîlyon 608 hezar û 380 dozê.

Serepeyv