Cotmeh 27, 2021 17:33 Asia/Tehran
  • Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Dijmin gihîştiye asta nekarînê

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijmin gihîştiye asta nekarînê û bidawîhatina temenê hêzxurtên istikbarî nemaze Amerîkayê nêzik e.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Basij Newsê, Serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li Meşhedê got: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Îslamê li cîhanê mezin dike û eva ku seyid Hesen Nesrullah Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê dibêje ku keştiyên ardûyê wek welatê me ne û eger hûn li wan xînin, em jî lê dixin, ji ber vê mezintiyê ye.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku em di qonaxa herî hestyar a dîroka îslamê da dijîn û rewşa asayî nîne, got: Aniha hêzxurtên şeytanî, di rewşa ku îslam tenê îbadetên kesane be, kêşeya wan pê ra tune; lê ew napejirînin ku Îslam pergala siyasî ava bike û erdnigariyeke bihêz hebe û nexşeya cîhanê biguherîne.

 

Serepeyv