Cotmeh 27, 2021 11:33 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em hêvîdar in bi dengekî yekîne peyameke hevpar bidin civaka cîhanî

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Em hêvîdar in bikarin di civîna wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê da bi dengekî yekîne paymeke hevpar bidin civaka cîhanî û welatên navçeyê û hundirê Efxanistanê.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê di duyemîn civîna cînarên Efxanistanê bi gotina vêya ku em ji damezirandina dewleta giştalî li Efxanistanê piştgirî dikin, tekez kir: Berpirsiyariya ewlehiya welatiyên efxanî û sînorên di gel cînaran di asta yekem da li sser ustiyê taxima desthilatdar li Kabulê ye û em gişt divê ji bo derketina ji rewşa heyî alîkariya Efxanistanê bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di dewamê da rêzgirtina li hakimiyet, parastina yekparçetiya axê û destwernedana li karên din ji prensîbên siyaseta derveyî ya Îranê da zanîn û got: Eger roja îro li civîna Têhranê peyameke bihêz ji bo damezirandina dewleta giştalî li Efxanistanê tê şandin, ji ber berçavgirtina dîrok û rola gelê Efxanistanê di têkoşîna dijî dagirkerî û pirsgirêkên dehikên dawî ye.

Emîr-Ebdullahiyan got: Derketina ji qeyrana vê dawiyê li Efxanistanê hewcetî bi hevgirtina navxweyî, bikaranîna hemî derfetan û behrewergirtina ji ferasetên zêde yên welatê Efxanistanê ye. Em bawer in ku di qonaxa yekem da divê hemî cînar û civaka cîhanî bi awayekî taybet bala xwe bidin ser rewşa siyasî-însanî, berfirehbûna terorîsmê, qaçaxa madeyên hişber, berçavgirtina mafên mirov û jinan di rewşa niha ya EWfxanistanê.

 

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Koka gelek ji pirsgirêkên niha yên Efxanistanê di destwerdanên derveyî ye û Amerîka divê bi dengê bilind berpirsiyariya xwe derheqê karesatên ku di du dehikên dawiyê da li Efxanistanê pêk anîne, bipejirîne û li hemberî wê ji bo derketina gelê mezin ê Efxanistanê ji pirsgirêk û rencan kiryarine cidî li kêleka hewildanên civaka cîhanî pêk bîne û berpirsiyariya xwe bi aşkiratî di vî warî da qebûl bike.

 

Serepeyv