Cotmeh 25, 2021 22:08 Asia/Tehran
  • Reîsî:: Nabe welatên ewropî wisa tevbigerin ku Amerîka Ewropa weke qada bandora xwe bihesibîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser wê yekê ku divê welatên ewropî serbixwe bin û got: "Nabe welatên ewropî wisa tevbigerin ku Amerîka Ewropa wek qada bandora xwe bihesibîne."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Sd. Îbrahîm Reîsî îro duşemê piştî wergirtina bawernameya balyozê nû yê Belçîkayê li Têhranê Gianmar Kurizzo, li ser dîroka peywendiyên dostane yên her du welatan got: Îran bi berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganî bi Belçîka û Ewropayê re eleqedar e, lê divê em rê nedin biyaniyan bandorê li van peywendiyan bikin.

Reîsî desnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îran hergav li ser soz û peymanên xwe sekiniye û di dewamê de got: Lê belê, welatên Ewropayê erkên xwe yên di warê Rêkeftina Navokî de pêk neanîn; Welatên Ewropî çi di peymana Navokî de çi jî di mijarên din de, divê wisa tevnegerin ku Amerîka hîs bike ku Ewropa qada bandora wê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka dixwaze îradeya xwe ya zordar bi pêş bixe û li ser cîhanê ferz bike, lê divê welatên din rê nedin yekalîbûn û destdirêjiya Amerîkayê li ser deverên cuda yên cîhanê bidome.

Gianmar Kurizzo sefîrê nû yê Belçîkayê li Têhranê li ser dîroka dostane ya peywendiyên her du welatan got: "Em hêvîdar in ku bi berfirebûna peywendiyên aborî, peywendiyên Têhran û Brûkselê zêdetir xurt bibin."

Serepeyv