Cotmeh 24, 2021 14:59 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Parametra sereke ya yekîtiyê, Filistîn e

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî di civîna bi berpirsên nizama îslamî û mêvanên beşdarê Konferansa Yekgirtiya Îslamî re, Filistîn nîşaneya(parametra) sereke ya yekgirtinê hesiband û tekez kir: Hikûmetên ku têkiliyên xwe (bi Rejîma Siyonîst re) asayî kirine divê xeletiya xwe telafî bikin.

Li gorî bingeha ragihandinê ya Nivîsgeha Rêberê Înqilabê, Di salroja jidêbûna pîroz a PêxemberÎslamê Hz.  Muhemed Mustefa (S) û Îmam Cefer Sadiq (es), Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, li civîna bi rayedarên welêt û mêvanên biyanî yên beşdarê Konferansa Navnetewî ya Yekitiya Îslamî, "Rohnkirina gişt berûlayên Îslamê û bikarana gişt qayide û qirarên wê di hemû warên jiyana mirovan de" û "xurtkirina yekîtiya Misilmanan" wek du wezîfeyên girîng ên Ummeta Îslamî dan zanîn.

Hz. ayetullah Xamineyî desnîşan kir ku serêxwegirtina armanca girîng a afirandina şaristaniya nû ya îslamî, bi tenê bisaya yekîtiya şîe û suniyan mumkun e û di dewamê de got: Nîşaneya sereke ya yekîtiya misilmanan mesela Filistînê ye û ji bo vegerandina mafên filistîniyan herqas cidiyetek zêdetir were xerckirin, ew qas jî yekîtiya îslamî bihêztir dibe.

Rêberê Înqilabê, Pêngava hin hikûmetên herêmê ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîst re wek guneh û xeletiyek mezin bi nav kir û got: Divê ev hukûmetana ji vê tevgera dij-îslamî dûr bikevin û xeletiya xwe ya mezin telafî bikin.

Hz. ayetullah Xamineyî yekîtiya misilmanan wezîfe û fermana Quranê ya teqez bi nav kir û got: Yekitiya Îslamî meseleyek prensîp û bingehîn e, ne mijarek taktîkî û taybetî ji bo şert û mercên taybetî û ev bihevrabûn û hevkarî dibe sedema xurtbûna misilmanan daku di warê têkilî û hevkariya bi welatên ne-Îslamî re bi hêz û xurt tevbigerin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekezkirina bi caran ya li ser mijara yekîtiyê, ji ber dûrketina mezin a navbera ol û mezhebên Îslamî û hewildanên ciddî yên dijminan ji bo zêdekirina vê dûrbûna ji hev da zanîn û got: "Roja îo, peyva şîî û sunnî ketiye edebiyata siyasî ya Amerîkiyan jî, eva di rewşekê de ye ku ew li dijî prensîb û esla Îslamê ne û dijminê vê ola pîroz in.

Rêberê Înqilabê, bal kişand ser hewildanên Amerîkayê û kom û welatên bin bandora wê ji bo çêkirina fitney û pîlanan li her derekî cîhana îslamî û destnîşan kir: Teqînên bêbext û diltezîn ên vê dawiyê li mizgeftên Afganistanê li dijî misilman û nimêjkeran yek ji wan bûyeran e ku ji hêla DAIŞ ve hatin kirin û Amerîkiyan bi eşkere gotin ku me DAIŞ afirand.

Hz. ayetullah Xamineyî tekez kir ku kombûn û civînên salane yên li ser mijara yekîtiyê têrê nakin û got: Di vî warî de, divê nîqaş, ravekirin, teşwîq, plansazkirin û dabeşkirina xebata hertim hebe û wek mînakê di warê bûyerên li Afganistanê de, yek ji awayên pêşîlêgirtina qezayan hebûna rayedarên hêja yên vî welatî li navend û mizgeftan e, an teşwîqkirina birayên Sunî ye ku beşdarî civînên hevbeş bibin.

Serepeyv