Cotmeh 23, 2021 21:06 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiya Reyîsî bo serokên welatên îslamî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda salroja jidayîkbûna pêxemberê hêja yê Îslamê Hezretê Muhemed (S) û Hefteya Yekîtiyê li serok û gelên welatên îslamî pîroz kir.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara Şemiyê di vê peyamê da hêvîdarî kir: Di van rojên pîroz da, bi mînakgirtina ji Osweya Hesene ya Resûlullah (S), bi palpiştiya bi mijarên hevpar ên îslamî û bi vîna me birayên îamnî, pêngavine nûtir ji bo pêkanîna pêwendiyên mayînde û xurt ji bo bilindkirina Îslamê û rewacdana sîreta Pêxemberê rehmetê (S) bên rakirin.

 

Sibe Yekşemî, 17ê meha Rebî' ul-Ewela sala 1443an a Koça heyvî, hevdem di gel 24ê Cotmeha 2021ê, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Muhemed Mustefa (S) pêxemberê hêja yê Îslamê

û salroja jidayîkbûna hezretê Îmam Ceferê Sadiq (S) îmamê şeşem ê şîeyan e.

 

 

 

Serepeyv