Cotmeh 22, 2021 23:31 Asia/Tehran
  • Hevdîtina mêvanên Komcivîna Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî tev Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di 17ê meha Rebî' ul-Ewelê da

Hevdem di gel cejna mezin a jidayîkbûna pîroz a Pêxemberê Îslamê (S) û Îmam Sadiq (S), serokên sê saziyên welêt, hin berpirsên welêt û mêvanên beşdar di sî û pêncemîn Komcivîna Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî da, dê sibeha Yekşemiyê, 17ê meha Rebî' ul-Ewelê digel Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk bînin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Parastin û Weşandina berhemên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, ev hevdîtin li gorî rêzikên Erkantiya Têkoşînan dijî Koronayê û bi berçavgirtina destûrkarên paqijî û tendurustiyê dê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) were lidarxistin.

Sî û pêncemîn Komcivîna Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî roja Sêşemiyê bi dirûşmeya "Yekîtiya Îslamî, Aştî û Xweparastin ji Duberetî û pevçûnê li Cîhana Îslamê" li Têhranê dest pê bû. Ev komcivîn 5 rojî ye.

 

Serepeyv