Cotmeh 22, 2021 00:32 Asia/Tehran
  • Di 10emîn Tetbîqata Hêzên Hewayî ya Fedayiyan de operasyona bikaranîna UAHA'yan

Li dû qonaxa sereke û qonaxa operasiyonê ya 10emîn Tetbîqata Hêza Hewayî ya Fadayiyan a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, operasyona şer a bikaranîna balafirên bêpîlot (UAHA) bi serkeftin hate encamdan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a IranPressê, pîlot emîr sertîp "Hemîd Waehidî", fermandarê Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê Derbarê tetbîqata hêza hewayî ya Fedayiyan a parêzgehê de, got: Firokên bêmirov Kaman-12, Karar, Kian û Arash, ku bi her cûre çek û amûrên cengê ve hatine pergalkirin û her cûre bombeyên nûjenkirî û hedefgir li ser hatine bikaranîn, bi prensîba serdagirtina dijmin, dikare hedefên bibandor ên dijmin, çi yekîneyên rûbar û çi jî radarên bejayî bikin hedef û jinav biben.

Fermandarê Hêza Hewayî ya Artêşê herwiha li axavtina xwe zêde kir: "Di pêkanîna vê qonaxa tetbîqatê de, Hêza Hewayî ya Artêşê balafirên bi pergalên sabotaj û alozkirina pergalên dijmin û bi karanîna teknîkên herî nûjen ên şerê elektronîk, bi sekinandina pergalên berevaniyê yên hêzên dijmin, rêyek ewledar  ji bo operasiyonên balafirên bê pîlot serast bikin. "

Serepeyv