Cotmeh 21, 2021 23:39 Asia/Tehran
  • Reîsî: Têkiliyên bi welatên cînar re yek ji siyasetên sereke yên hikûmeta Îranê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Sd. Îbrahîm Reîsî diyar kir ku welatên biyanî ji gelên herêmê re ne xêrxwaz in û wiha pê de çû: "Têkiliyên bi cînaran re ji me re karê sereke û pêşeng in û em nahêlin ku siyonîst têkiliyên Îranê bi cînarên me re xera bikin."

Li gor IranPressê, Reîsî îro pêncşemê bi nûnerên parêzgehên Azerbaycanên rojhilat û rojavayê re li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê civiya û ji wan re got: Cînartiya baş, têkiliyên aborî û bazirganî û aktîvkirina bazarên sînorî ji bername û siyasetên Komara Îslamî ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê  herwiha got: Bazirganiya kelûmelan bi cînaran re dikare bibe alîkar ku aboriyê pêşve bibe û bi welatên herêmê re têkiliyên zêdetir bike.

Sd. Îbrahîm Reşsî piştî axivtin û îfadeya parlemanterên Azerbaycanên rojhilat û rojavayê, temamkirina projeyên binesaziyê yên nîv-qediyayî li deverên curbicur ên welêt yekemîn pêşîniya hukûmeta xwe li parêzgehan da zanîn û got: Di serdana parêzgehan de, hewl tê dayîn ku projeyên nîv-qedandî yên di warên curbicur de biqedînin da ku alîkariya karkirina ciwanan û pêşkeftina welat bikin.

Serepeyv