Cotmeh 20, 2021 21:35 Asia/Tehran
  • Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê piştî gihîşt Tehranê, bi Wezîrê Navxwe yê Îranê re civiya

Wezîrê Navxwe yê Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê li Wezareta Navxwe bi hevtayê xwe yê Tirk re civiya û pê re ser mijarên curbicur gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, ku îro Çarşemiyê bi serokatiya şandeke pilebilind hate Îranê , li Tehranê bi fermî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê Husên Zulfeqarî hate pêşewazîkirin û piştre bi Wezîrê Navxwe yê Komara Îslamî ya Îranê Ehmed Wehîdî re civiya.

Di vê civînê de, têgihîştinama li ser hevkariya ewlehî û polîsî ya di navbera her du wezaretan de tê hilkolandin ji bo kemilandin û îmzekirina wê ya dawiyê

Serfermandarê Cendirmeyan, Midûrê Polîs û Emniyetê û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li karên ewlehî û emnatiyê  "Muhterem Înce" jî bi Suleyman Soylu re sefera Îranê kirine.

Serepeyv