Cotmeh 19, 2021 11:51 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Levnêzikkirina mezhebên îslamê tevgereke stratejîk li Cîhana Îslamê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Levnêzikkirina mezhebên îslamî ku Îmam Xuymeynî (Re) û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamê li ser wê tekez kirine û dikin, tevgereke stratejîk li Cîhana Îslamê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Levnêzikkirina mezhebên îslamî ku Îmam Xuymeynî (Re) û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamê li ser wê tekez kirine û dikin, tevgereke stratejîk li Cîhana Îslamê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di merasima vekirina Sî û pêncemîn Komcivîna navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî tevî sipasiya ji berpirsên lidarxistina vê civînê, rê li ayetullah Tesxîrî ku ev sazî damezirand û şehîd Hac Qasim Suleymanî ku ji bo pêkanîna yekîtiyê di Umeta Îslamî da pêngavên pratîkî rakirin, girt.

 

Reyîsî bi gotina vêya ku demekê yekîtî li nav Hikûmeta Îslamî ye, got: Di vê rewşê da tewsiye tê kirin ku nakokî û duberetî nekin, gotinên duberetîçêker nebêjin û bila haya we ji qelemê hebe, ev tewsiye li nav hikûmeta Îslamî ne, da ku gotinek berovajiya yekîtiyê neyê gotin. Lê demekê yekîtî di nêrîna li armanca hevpar a Umeta Îslamî ye.

Wî got: Dema ku DAIŞ pêk hat, hinekan bi başî DAIŞ fam nekir. Hema wê demê tê bîra min ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand ku cûreya karê DAIŞiyan, cûreya karê siyonîstan e. Ev karê misilmanekî nîne ku wiha xwîn birijîne û cinayet bike, aşkira bû ku koka wan amerîkî û siyonîstî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Em roja îro vê komployê li Libnan û Efxanistanê dibînin û me duh li Iraq û Sûriyê dît. Têgihîştina vê komployê pirr girîng e û ronkirina zanayên îslamî dê xortan li Umeta Îslamî biparêze.

 

 

Serepeyv