Cotmeh 19, 2021 09:25 Asia/Tehran
  • Destpêbûna Heftiya Yekîtiyê û pîrozbahiya salroja jidayîkbûna pêxeberê hêja yê îslamê

Îro Sêşemî, bi gotinekê salroja jidayîkbûna Hezretê Muhemmedê Mustefa (S) pêxemberê hêja yê Islamê û destpêka Heftiya Yekîtiyê ye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Îro Sêşemî, 12ê meha Rebiyul-Ewella Koça Heyvî ya sala 1439an beranberî roja 19ê Cotmeha 2021ê, bi rewayetekê salroja jidayîkbûna Hezretê Muhemmedê Mustefa (S) pêxemberê hêja yê Îslamê û destpêka Heftiya Yekîtiyê ye.

Bi rewayeteka suneyan, 12ê meha Rebiyul-Ewella H-Q (Koça Heyvî)  salroja jidêbûna Hezretê Muhemmedê Mustefa (s) pêxemberê hêja yê islamê tê zanîn.

Hezretê Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê ku bi xwe yek ji wan kesan bû ku hertim li ser yekîtî û hevgirtina cîhana islamê pêygirî dikir, ji vê mecalê bona hevgirtina komên islamî behre wergirt û heyama du nêhrînên ser jidayîkbûna pêxember li gorî raveya sune û şîeyan yanê 12 heta 17ê meha Rebiyul-Ewella H-Q wekî Heftiya Yekîtiyê bi nav kir.

Ev hefte mecaleke herî baş e bona hevgirtin û biratiya cîhana îslamê, bi taybet li van rojên ku dijayetî û pîlanên dijî misilmanan pirtir bûne.

Her çend di navbera mezhebên îslamî da li hindek ji babet û hukman cihêtî heye lê gelek babetên hevpar hene. Baweriyên wekî baweriya bi Xwedê teala, baweriya bi Qurana Pîroz û baweriya bi Hezretê Muhemmedê Mustefa (S) pêxemberê hêja yê Islamê û qibleyekî hevpar.

Herwisa hemû mezhebên islamî ser îbadetên girîng yên wekî nimêj, rojîgirtin, hecîtî, zekat û hwd bawereke wek hev hene.

Saziya Radyo-Telivîzyona Komara Îslamî ya Îranê jî bi boneya Hefteya Wehdetê (Yekîtiyê) pîrozbahiyê dibêje hemû misilmanên cîhanê.

 

Serepeyv