Pêwendiyên aborî yên Îran û Erebistanê bi derfirotina 39 hezar dolarî dest pê bû
Cotmeh 18, 2021 14:59 Asia/Tehran
Berdevkê Gumrika Îranê qala destpêbûna pêwendiyên aborî yên Îran û Erebistanê bi derfirotina 39 hezar dolarî bo vî welatî kir.
Rûhullah Letîfî, Berdevkê Gumrika Îranê roja Duşemiyê di hevpeyîvîna di gel IRIB Newsê da got: Piştî sal û nîvekê qutbûna pêwendiyan, derfirotina bo Erebistanê hevdem dio gel gotûbêjên du welatan pêk hatiye ku nûçeyeke baş e.
Berdevkê Gumrika Îranê destpêbûna derfirotina bo Erebistanê di dewleta Sêzdehem a Îranê da, nîşana geşatiyê di têkiliyên siyasî, aborî û çandî yên du welatan da zanîn.