Cotmeh 15, 2021 13:57 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: Sipah ji bo operasiyona berteka lezgîn amade ye

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Hêza deryayî ya Sipahê asta amadetiya cengê ya operasiyona Berteka Lezgîn bi dest xistiye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serdar serleşkerê pasdar, Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku di siyaset û stratejiyên berevaniyê yên Îranê da tu kiryarek ji aliyê tu dijminekî va li tu nuqteyekê û di tu astekê da nayê tehemilkirin, got: Ev hêz ji bo bersivdana her gefekê amade ye û hêza berevanî û êrîşker a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji bo bertekên dijwar li dijî her dijminekî amade ye.

Serleşker Selamî ku roja Înê ji bo serdan û nirxandina pêvajoya ber bi pêşketinê ya asta amadetiyên berevanî-cengî yên yekîneyên Hêza deryayî ya Sipahê li giravên Kendava farsê û tengava stratejîk a Hormuzê çûye başûrê Îranê, tevî erênî nirxandina asta amadetî û şiyana cengê ya yekîneyên operasiyonê yên Hêza deryayî ya Sipahê, got: Hêza deryayî ya Sipahê bi bikaranîna pergalên nûjen ên cenga elektronîk kariye serdestiyeke tam li ser erdnigariya Kendava Farsê û Tengava Hormuzê bi dest bixe ku ev yek roja îro ji şanaziyên Hêza Deryayî ye.

 

Serepeyv