Cotmeh 14, 2021 15:15 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Şêwrên li ser du ajokarên Îranî yên ku li Bakuyê hatine girtin berdewam dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê nûçeya berdana du ajokarên îranî yên hatî girtin li Komara Azerbaycanê piştrast nekir û got: Şêwrên li ser du ajokarên Îranî yên ku li Bakuyê hatine girtin berdewam dikin.

Li gor Fars Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade piştî belavbûna nûçeya berdana du şofêrên îranî yên ku li Komara Azerbaycanê girtî ne, ragihand ku ev her du girtiyên ku ji bo domandina hukmê xwe bo Îranê hatine veguhastin.

Xetîbzade diyar kir: Ev her du mehkûm ku ji bo domandina hukmê xwe bo Îranê têne veguhastin û yek ji wan jî şofêr e, ti pêwendiya xwe bi du şofêrên ku girtî ne re tunen.

Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan, roja Sêşemê di pêwendiyek têlefonî de bi Wezîrê Derve yê Komara Azerbaycanê re, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêka trafîka veguhastina kamyonan kir û got: Pêdivî ye ku her du welat pêşî li têgihiştinên nerast di têkiliyên xwe de bigirin û hêja ye ku ew têkiliyên xwe di rêça rast û geş de bilez bidomînin.

Ceyhun Bayramov herwiha pêşniyar kir ku berpirsên gumrikê yên her du welatan ji bo çareserkirina pirsgirêkên derbasbûna kelûpelên Îranî biaxivin û tekezî li ser şopandina berdana du ajokarên kamyonên îranî kir.

Serepeyv