Cotmeh 12, 2021 13:05 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza deryayî ya Sipahê: Hêzên Îranê heta niha 6 sîle li amerîkiyan xistine

Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Îbqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku em bihêz in, destnîşan kir: Amerîkiyan heta niha li Kendava Farsê 6 sîleyên qahêm ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê wergirtine.

Li gorî rapora Sepah Newsê, Edmîral Elîreza Tengsîrî, Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Îbqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di merasimekê da ku bi boneya rêzgirtina li Hemaseya 16ê Mêhrê û Roja Hêzza deryayî ya Sipahê bi beşdariya peywendîdarên leşkerî yên welatên din bi mazûvaniya Hêza deryayî ya Sipahê hat lidarxistin da, got: Komara Îslamî ya Îranê piştî 43 salan dorpêça aborî û boykotên zalimane qahêm rawestiyaye.

Edmîral Tengsîrî tevî hejmartina hin rûbirûbûnên Înqilaba Îslamî digel Istikbara cîhanî, got: Hêza deryayî ya Sipahê li Kendava Farsê 6 operasiyonên serketî dijî Amerîkaya destdirêjker pêk anîne ku di van operasiyonan da hêza pûşekî ya Amerîkayê li Kendava Farsê hatiye têkşikandin.

 

Serepeyv