Cotmeh 12, 2021 08:53 Asia/Tehran
  • Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 dest pê bû

Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 îro dest pê bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Şerezmûna pisporî ya hevpar a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 bi ragihandina nepeniya Ya Resûlullah (S) bi berfirehkirin û bicihkirina pergalên xwecihî yên mûşekî, radarî, agahiyên naskirinê, cenga elektronîk, pergalên têkilîgirtinê û şebekeya çavdêriya dîtbarî li besta navendî ya Îranê dest pê bû.

 

Emîr sertîp Qadir Rehîmzade, Fermandarê Biryargeha hevpar a Bergiriya asimanî ya Xatem ul-Enbiya (S) ya welêt roja Duşemiyê got: Qonaxa operasiyonê ya Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 ji berbanga Sêşemiyê (12ê Cotmeha 2021ê) bi beşdariya yekîneyên bijartî dê li besta navendî ya Îranê were lidarxistin.

Sertîp Rehîmzade her wiha duh: Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 bi mebesta xurtkirina amadetiya cengî ya yekîneyan, pêkanîna Pêşîlêgirtinê, nirxandina pergalên xwecihî yên Bergiriya asimanî jibo sekinîna dijî gefên cihêreng, pirralî û berevaniya giştalî û 360 derece di atmosfera şerê elektronîk û Sayberî da, xurtkirina asta zanist û pisportiya kedkarên teknîkî û operasiyonê, sserdestiya istixbaratî û temrîna hevahengî û hevgirtina navendên Fermandetî û kontrolê yên artêş û Sipahê di çarçova şebekeya Bergiriya asimanî ya welêt tê lidarxistin.

 

Serepeyv