Cotmeh 11, 2021 16:23 Asia/Tehran
  • Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 dê sibe were lidarxistin

Qonaxa operasiyonê ya Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 sibe Sêşemiyê li besta navendî ya Îranê dê dest pê bibe.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr sertîp Qadir Rehîmzade, Fermandarê Biryargeha hevpar a Bergiriya asimanî ya Xatem ul-Enbiya (S) ya welêt got: Qonaxa operasiyonê ya Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 ji berbanga Sêşemiyê (12ê Cotmeha 2021ê) bi beşdariya yekîneyên bijartî dê li besta navendî ya Îranê were lidarxistin.

Sertîp Rehîmzade got: Şerezmûna pisporî ya Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-1400 bi mebesta xurtkirina amadetiya cengî ya yekîneyan, pêkanîna Pêşîlêgirtinê, nirxandina pergalên xwecihî yên Bergiriya asimanî jibo sekinîna dijî gefên cihêreng, pirralî û berevaniya giştalî û 360 derece di atmosfera şerê elektronîk û Sayberî da, xurtkirina asta zanist û pisportiya kedkarên teknîkî û operasiyonê, sserdestiya istixbaratî û temrîna hevahengî û hevgirtina navendên Fermandetî û kontrolê yên artêş û Sipahê di çarçova şebekeya Bergiriya asimanî ya welêt tê lidarxistin.

 

 

Serepeyv