Cotmeh 10, 2021 19:17 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 222 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 122 hezar û 592 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Yekşemiyê 10ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 256 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 702 hezar û 890 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 217 hezar û 999 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vê wezaretê herwiha ragihand di şev û roja borî milyonek û 423 hezar û 157 dozên vaksîna Korona li welat hatin lêdanê.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê diyar kir ku heya nuha, 45 mîlyon 75 hezar û 513 kes doza yekem a vaksîna Koronayê û 19 mîlyon 326 hezar û 432 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê wergirtine û jimara giştî ya dozên vaksîna Koronayê ku hatine lêdanê gihîştiye 64 mîlyon 401 hezar û 945 dozan.

Serepeyv