Merasima danasîna Serokê nû yê Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê hat lidarxistin
Merasima danasîna Serokê nû yê Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê li navenda civînan a radyo û televîziyonê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Merasima danasîna Peyman Cibilî, Serokê nû yê Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê bi amadebûna Serokê Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Serokê Meclîsê,
berpirsên leşkerî û berpirsên din û komeke rêveber û kedkarên medyaya neteweyî roja Şemiyê hat lidarxistin.
Di vê merasimê da ji kedên zêdetir ji 5 salî yên Elî-Eskerê serokê berê yê medyaya neteweyî sipasî hat kirin.
Di merasimê da, Hucet ul-islam wel-muslimîn Muhemed Muhemedî Gulpayîganî Serokê ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hukmê serokatiya Peyman Cibilî xwend.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja 7ê meha Mêhra 1400î bi hukmekî, Peyman Cibilî wek Serokê nû yê Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê tayîn kir.
Elî-Eskerî serokê berê yê Radyo û Televîziyonê di vê merasimê da got: Di dema ku dijminan pêvajoya berhemanînê kiribû armanc û di rewşa şerê nerm ê medyayî da, medyaya neteweyî hêvî û geşatî da civakê.
Peyman Cibilî, Serokê nû yê Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê jî got: Medyaya neteweyî divê navneteweyî be û hertim gotinek jibo cîhanê hebe.
Serokê nû yê Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê got: Di vê dewreyê da dê derfeta bijardeyên çandî yên cewan were bikaranîn.
Cibilî got: Medyaya neteweyî divê li dor huviyet û edaletê be.
Wî got: Medyaya neteweyî divê neynika xizmetên pergala pîroz a Komara Îslamî be û divê em medyaya vegotina xizmetên Pergala pîroz a Îslamî bin.