Cotmeh 08, 2021 23:28 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Kapasîteya hêzgeha atomî ya Bûşêhrê dê sê beranber bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Qasa berhemanîna elektîrka Hêzgeha atomî ya Bûşêhrê di fazên berfirehkirina wê da dê sê beranber bibe.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê piştî serdana beşên cûr bi cûr ên hêzgeha atomî ya Bûşêhrê û fazên berfirehkirina wê, got: Siyaseta tekûz a Komara Îslamî ya Îranê, berhrewergirtin ji enêrjiya aştiyane ya navokî ye û em ê dest ji wê nekişînin.

Reyîsî got: Di vî warî da, memûriyeta Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê jibo berhemanîna deh hezar Megawat elektrîkê ji enêrjiya Navokî li welêt hatiye diyarkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Bidestxistina cîgeha yekem a aborî, zanistî û teknolijiyê li navçeyê pêwîstî bi plandarêştinên alimane û hedefmend jibo pêşdabirina mayîndde ya pîşeya navokî li gorî daawîn standardên navneteweyî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hevrê digel endamên taxima dewletê û di çarçova şeşemîn sefera parêzgehî, roja Îniyê gihîşte parêzgeha Bûşêhrê.

 

Serepeyv