Cotmeh 05, 2021 14:48 Asia/Tehran
  • Merasîma şîna salvegera wefata Pêxemberê Îslamê (S) û Îmam Hesen Mucteba (S) bi amadebûna Rêberê Inqilabê

Merasîma şîna salvegera wefata Pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemed Mustefa (S) û neviyê mezin ê wî hezretî Îmam Hesen Mucteba (S) vê sibê (sêşem) li Husêniyeya Îmam Xumêynî(RE) bi amadebûna Hz. Ayetullah Xamineyî, rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî hat lidarxistin.

Li gorî bingeha agahdariya nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî, Hucet-ul-Îslam wel-muslimîn Alî, di axavtinekê de, Pêxemberê Ekrem (dirûd û silavên Xuda lê bin) mezintirîn diyarde û îsbatbûna Xwedê teala bi nav kir û got: Baştirîn kesê ku ew wicûdê pîroz daye naskirin , Xwedê teala bi xwe ye ku di Qurana Kerîm de pêxemberê xwe ji xelkê û di nav xelkê û dilsojê xelkê bona ku ew riya rast peyda bikin û pir dilovan û dilsoj ji bo muminan daye nasandin.

Pesnbêj û medahên Ehlê Beyta Îsmet û Teharetê (S) jî şîngêrî û nuhexwanî û behsê belayên gihêştî Ehlê Beytê kirin.

Îro Sêşem 28 Sefera 1443 Hicrî, beramber 5ê Cotmeha 2021, salvegera wefata Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) û şehadeta Îmam Hesen Mucteba (S), Îmamê duyem ê Şîeyan li dinyayê ye.

Serepeyv