Cotmeh 05, 2021 11:38 Asia/Tehran
  • Salvegera rehleta pêxemberê hêîja yê Îslamê (S) û şehîdbûna duyemîn Îmamê şîeyan Hz. Îmam Hesen (S)

Îrana Îslamî di salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, Hz. Muhemedê Mustefa (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê, di nava şîn û tazîdariyê da ye.

Îro sêşemê, 28ê meha Sefera sala 1443an a Koça heyvî beranberî 5ê Cotmeha 2021an salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Muhemedê Mustefa (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê ye.

Pêxemberê hêja yê Îslamê, Hezretê Muhemedê Mustefa (S) heta beriya rehleta xwe di sala 11an a Koça Heyvî bi dilovanî bingeh û hikmên şerîeta nebewî bi rêbazên pesendkirî û di eynî demê da bi qahîmî û zelalî şirove kirin û li warê berbelavkirina merîfetên heq ên dîn û birêvebirina wê bi baştirîn awayê pêkan hewil da.

Hezretê Îmam Hesenê Micteba (S), Îmamê duyem ê şîeyên cîhanê jî ku derdora sî salan bi bavê xwe yê hêja Eliyê kurê Ebûtalib (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ra hevrêtî kir, di roja 28ê meha Seferê ya sala pêncî ya Koça Heyvî di temenê 47 saletiyê da li ser fermana Muawiye û bi destê hevjîna xwe hat jehrîkirin û şehîd bû.

Gelê Îrana Îslamî di şev û roja rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Muhemed (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Mucteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê, bi amadebûna li huseyniye, mizgeft, tirba paqij a Îmam Reza (S) li Meşhedê (bakurê rojhilata Îranê) û tirba paqij a hezreta Mesûmeyê (S) li bajarê pîroz ê Qomê, şîndariyê dikin.

Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber Rehleta Pêxemberê hêja ê Îslamê Hz. Muhemed (S) û Îmamê duyem ê şîeyên cîhanê Hz. Hesenê Mucteba ji gişt ,isilmanên cihanê û hogirên wan hezretan re sersaxiyê dixwaze.

Serepeyv